Endamekê FHK : Heger tîma 12 a supayê Iraqê wînin Kerkûkê, Em ê jî 12.000 Pêşmergeyan wînin
Muhemmed Kemal endamê firakisyona hevpeymanîya kurdistanî ji PNA re xuyakiriye, ku ew bi ti awayî razî nabin tîma 12 a supayê Iraqê bikeve nav bajêrê kerkûkê de.
Muhemmed Kemal got: hêzên asayişa kerkûkê û polîsên kerkûkê, bi başî kar û erkên xwe encam didin, ji bilî parêzgehên herêma kurdistanê jî, rewşa ewledarîyê ya bajêrê kerkûkê ji rewşa hemû parêzgehên din ên Iraqê baştir e.
Di vê bêjedana xwe de Muhemmed Kemal da xuyakirin, ku heger yek leşkerê tîma 12 a supayê Iraqê derbasî nav kerkûkê bibe, ew dê 12.000 pêşmerge derbasî nav kerkûkê bikin û got, ku kar û erkê supa tenê parastina sînoran e.
Hêjayî gotinê ye, ku piştî encamdana êrîşa ser bazara zêringiran a bajêrê kerkûkê, fraksiyona Erebî û fraksiyona Turkmanî yên nav encûmena parêzgeha kerkûkê dixwazin, ku hêzên tîma 12 a supayê Iraqê derbazî nav kerkûkê bibin.