Bi amadebûna serok Barzanî mala fransî ya çandin û jîngehê li Hewlêrê hate vekirin
Paşê wezîrê bazirganiyê Fransa yê karubarê derve di axaftina xwe de got: Mala Fransî ya çandin û jîngehê li Hewlêr dê ji bo herêma Kurdistan û seranserê Iraqê bibe. Fransa yekem hêza çandinêye li Ewrûpa, em hemû jî dizanîn Iraq û bi taybetî herêma Kurdistanê yekemîn bingeha xwe ya li rojhilata navîn daniye.
Di beşekî dinê axaftina xwe de got: Fransa amadehiya xwe ji bo pêşxistina çandina li herêma Kurdistan û seranserê Iraqê nîşan dide û ji bo hemahengî kirina hemû jêderên rahênan û zanistiyê dabîn dike. Mala Fransî ya çandin û jîngehê li Hewlêr, li navbera Fransa û berhemhêner û pîşeyiyên çandinê li Kurdistan û Iraqê da dibe pirek. Heman demî de ev mal dibe pêşxistina projeyên navxweyî û ji bo vê mebestê Fransa li rêya çend kompanyayekî ve pêdiviyên darayî jî pêşkêş dike.
Paşê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de ragihand: Pêwendiya Kurd û Fransa pêwendiyekî dîrokiye û herdem ev pêwendiya wan dostane buye. Li hemû seredanên me yên Parîsê de me hest kiriye ku welatê Fransa soza xwe beramber bi pirsgirêkên gelê Kurdistanê hebuye, eve jî her li serdema general Dîgol û Mitterand û heta niha ku serok Sarkoziye berdewame.
Her wiha Barzanî got: Em li bendê ne ku ew derfet birexsê, her wekî cenabê serok Sarkozy jî soz dabû min ku serdana Kurdistanê bike û li vir em pêşwaziyê lê bikîn. Biryara me eweye ku li hemû warek da gelek bi germî berev pêş biçîn û li hemû warek da ji bo damezrandina baştirîn pêwendî li gel Fransa, îro jî ku ez li vir amademe ji bo wê yekê ye, nîşan bidim ku em çiqas girîngiyê warê çandinê didîn. Welatê me gelek başe ji bo berhemanîna çandinê û çandin jî ji bo gelê me jêderekî herdemiya jiyane. Bi hukma vê ezmûna mezin û kiryarên warê teknelojiyayê ku welatê Fransa heye, li vî warî da dikarê gelek yarmetiya me bide.