• Friday, 29 November 2024
logo

KCK’ê agirbesta xwe ya yekalî ta demê hilbijartinan dirêj kir

Gulan Media November 1, 2010 Nûçe
KCK’ê agirbesta xwe ya yekalî ta demê hilbijartinan dirêj kir
Koma Civakên Kurdistanê (KCK)ê, dema agirbesta xwe ya yek alî ku duhî bi dawî hatibû, ta hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê dirêj kir.

Konseya Rêveberiya KCK’ê , îro piştî nîvro, di Ajansa Nûçeyên Ferat (ANF)ê de, daxuyaniyek belavkir, û têde daxuyakirin ku agirbesta li 13 tebaxê dabû destpêkirin û duhî bi dawî hatibû, careke din hatiye dirêj kirin.


Di daxuyanamê de herweha hatiye gotin, “Di dirêjîdana vê pêvajoyê de hêzên me çi kiryarên leşkerî pêk encamnadin. Hemû hêzên me wê pêbendê vê biryarê bin. Lê hêzên me wê li hember êrîşan, xwe biparêzin û mafê xwe yê lêvegerandinê bi kar bînin.”



KCK’ê, herweha bang li welatê Emrîka û Yekîtiya Ewropayê jî kir ku vê pêvajoyê bi awayekî rast fehm bikin û ji bo ku pêvajoyeke aştiyane bi ser bikeve, piştgirî bidin.
Top