Li xala pişkinînê ya navbera Hewlêr-Kerkûkê, otomobîleka tijî TNT’ê hat girtin
Jêderê ji xala pişkinînê herweha ronkir, ku wan hay jê hebû (li gor zanyariyên hewalgêrî), dê otomobîleka tijî TNT’ê derbazî nav bajarê Hewlêrê bibe lewra wan amadekariyên baş girtibûn ber, û dema wan otombêla corê kamyon ya ku bi bêtirî 100 kîlo giram TNT’ê barkirî girtin, şofêrê wê ji otombêlê daket û revî, belê hêzên ewlekariyê gule berdane ser û di ew cih de kuştin.