PKK'ê: têkiliya me bi êrişa Stenbolê nîne
Berpirsekî PKK'ê, di hevpeyvînekê de bi kanala CNN International re, diyar kir, ku derbarê teqîna Stenbolê tu agahiyên wan nînin.
Wî berpirsî wiha jî got: “Tu agahiyeke min derbarê teqîna Taksîmê de nîne” û bibîr anî ku 31ê cotmehê dawiya agirbesta yekalî ya PKK'ê ye.
Bepirsê PKK'ê, herweha gotinên Serokê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK'ê) Murat Karayilan, digel rojnameya Radikalê ku gotibû, “Em hêdî, mirovên sivîl nakin hedefa çalakiyan” bibîr anî û da zanîn, ku ew çalakiyên zirarê digehîne sivîlan, pêk naynin.