• Friday, 29 November 2024
logo

Mes'od Barzanî: vekêşana lîsta goran ji hevbendiya kurdistanî cihê mixabinyê ye

Gulan Media October 31, 2010 Nûçe
Mes'od Barzanî: vekêşana lîsta goran ji hevbendiya kurdistanî cihê mixabinyê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna duhî ya ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Kurdistanê de bal kişande ser biryara vekişîna Tevgera Goran ji Fraksyonên Kurdistanî û biryar hat dayîn lijneyek bê pêkanîn bo gotûbêjan ligel wê lîstê bike da dîsan vegere.

Derbarê beşdarînekirina nûnerên Tevgera Goran di civînên Hewlêr û Bexda de Barzanî got: ‘Amadenebûna wan cihê mixabiniyê ye û ev helwêsta wan jî helwêsteke ji nişka ve bû, bi taybetî di van rojan de ku pêwistiya me hemûyan bi yekrêziyeke zêdetir heye’.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha axifî: ‘Di civîna berê de min ji wan re gotibû ger her pirsgirêkek heye amade me çareser bikim û guh li nerîn û pêşniyarên wan bigrim’.

Her di wê civînê de hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û şanda danûstandinan a Îtîlafa Fraksyonên Kurdistanî ligel ku derbarê helwêsta Goran de nîgeraniya xwe anîn ziman, biryar dan lijneyek bê pêkanîn bo gotûbêjan ligel wê lîstê bike da dîsan vegere nav Îtîlafa Kurdistanî.
Top