Serokatiya Herêma Kurdistanê kiryara terorîstiya bajarokê Mendelî şermezar kir
Mixabin di encamê kiryareke teroristî de ku duhî li bajarokê Mandelî di nav çayxaneke qerebalix de bi dehan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn ku piraniya wan kurd in.
Em weke Serokatiya Herêma Kurdistanê li hember wan gefên li deverên veqetandî, li Celewla û deverên din yên sînorê wîlayeta Diyalayê, ku li dijî welatiyên kurd, bi armanca bi cîhêlana war û milkê xwe û bi zor koçbar kirina wan û derkirina kurdan ji wan deveran, tên kirin pirotesto û şermezar dikin. Herwesa em bi dijwarî kiryara terorîstiya bajarokê Mendelî jî şermezar dikin.
Em sersaxiyê pêşkêşî malbatên şehîd û birîndarên wê kiryara hovane dikin û ji Xwedayê Mezin dixwazin ku sebirê bide wan, şehîdan bi beheştê şad bike û zû birîndaran çak bike.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr, 30.10.2010