• Friday, 29 November 2024
logo

Kurdan û Hevpeymaniya Niştimanî daxweza şahê Si’ûdiye pesend nekirin

Gulan Media October 31, 2010 Nûçe
Kurdan û Hevpeymaniya Niştimanî daxweza şahê Si’ûdiye pesend nekirin
Hevgirtina firaksiyonên kurdistanî û Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqî derbarê destpêşxeriya Şahê Si`ûdîye Ebdullah Bin Ebdulezîz beyannameyek hevpeş belav kirin û tê de xuyakirin, ku ew pesnê kar û pîkolên Si`ûdiye yên ji bo alîkarî kirina Iraqê dikin, belê ew naxwazin çare ji derve be.

Şahê Si`ûdîye Ebdullah Bin Ebdulezîz, daxwaz ji alîyên siyasîyên Iraqê kiribû, ku ew li Si`ûdîye kom bibin da ku behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bikin û çareyekê vebibînin.

Di vê daxuyannameyê de weha jî hatiye, ku aliyên Iraqî dê li gor pêşinyarên serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî kar bikin, da ku hikûmeteka hevbeşa niştimanî bê damezrandin û nûnerên hemû pêkhatên Iraqê tê de bin.
Top