Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî: ew kesê netewa xwe bugohêre naçe buheştê
Mela 'Ebdula Mela Se'îd Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, li baregeha yekîtiya zanayan li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, di kongireyeke rojnamevanî de got: ''hewil tê kirin ku pirsa neteweyê di forma serjimêriya giştî ya rûniştvanên Iraqê de nemîne, û di ola Îslamê de, guhartina neteweyê bi tawan tê hejmartin, lewra gereke her kes serfirazîyê bi netewa xwe bike''.
Her derbarê vê babetê navbirî ron jî kir: ''her kesê li dijî netewa xwe kar bike, buheştê nabîne, em vê peyamê arasteyî hemû alîyekî dikin da ku parêzvaniyê li netewa xwe bikin û netewa xwe neguhêrin''.