Sabaha tirkî: Nêçîrvan Barzanî yek ji siyasetvanên herî giring yê herêmê ye
Rojnama Sabah di kurtedanasîna xwe de, wiha Nêçîrvan Barzanî dide nasîn:
Nêçîrvan Barzanî ku hên jiyê wî 44 salî ye wekî navê kilîtê li herêmê tê dîtin. Barzaniyê ko postê serokwezîriyê teslîmî Berhem Salihê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir, siyasetmedarekê kurd yê herî giring yê tevgera kurdî ya li Iraqê ye. Nêçîrvan Barzanî beşeka giring ji jiyana xwe digel bapîrê xwe Mele Mistefa Barzanî li Îranê derbas kir. Di xortaniya xwe de di gel babê xwe Îdrîs Barzanî hevkariya xebata siyasî kir û bi wê rêyê di nêv Partiya Demokrat ya Kurdistanê de bi lez bilind bû. Barzaniyê ko li Îranê zanistên siyasî xwendiye, perwerdeya xwe li Emerîkayê temam kir.