Washington agahdarî hewlên serok Barzanî ye ji bo pêkanîna hikûmetê
Di hevdîtinê de ku, Nêçîrvan Barzanî, Roj Nurî Şaweys, Hoşyar Zêbarî û Fuad Husên amade bûn, şêwirmendê cîgirê serokê Amerîka yê karubarên asayîşa neteweyî peyama serok Obama û Joseph Biden gihandin serok Barzanî û girêdayîbûna DewletênYekgirtiyên Amerîka (DYA) bi parêzgarîkirina asayîşa gelê Kurdistanê û piştgîrîkirina li ruyê siyasî û geşkirin û avadankirinê da nîşan da û her wiha girêdayîbûna welatê xwe ya ji bo piştgîrîkirina li proseya siyasiya Iraqê dûpatkir û ragihand ku welatê wî piştgîrî li tu aliyeke siyasî nake ku tu postek werbigrê û hêla sor jî li ser tu berbijêrêk tûneye û tenê daxwaza wan pêkanîna hikûmetekî hevbendiya nîştmaniye û Iraq jî aramtir bibe.
Serok Barzanî spasî serok Obama serokê DewletênYekgirtiyên Amerîka û Joseph Biden cîgirê serok kir ku welatê wan xwe li hember ewlehî, asayîş û pêşketina herêma Kurdistanê pabend dibînin û erk û hewlên cîgirê serokê DewletênYekgirtiyên Amerîka jî lyên ji bo pêkanîna hikûmetekî hevbendiya rasteqîne, bêyî îhmalkirina tu pêkhat û aliyekê bi bilind nirxand.
Barzanî got:
- Me herdem hewl daye ku alî û qewareyên siyasiyên Iraqê li ser nêrîneke hevbeş nêzîk bikin û me karî em rewşê bi awayekî ragirîn ku xeraptir nebe û bi vê yekê jî me hewldanên xwe li ser Iraq û paşaroja wê selmand.
Serokê Kurdistanê tîşk jî xiste li ser pêşhatên dawî û encama hevdîtin û civînên li gel alî û qewareyên siyasiyan da û cext li wê yekê kir ku heta niha ew hevdîtin û civîn di navbera du aliyan de buye, ”lê belê li rojên pêşde û li çarçoveya destpêşxeriya me, em hewlên pêkanîna hikûmetê kûrtir dikin û kombûnên me jî li çarçoveya dualiyê ve bo çaralî ve vedigere ji bo gihiştina bi xalên hevbeş û çareseriya wan xalên ku nakokî li serin.”
Serok Barzanî ronahî kir ku berî pêkanîna hikûmetê pêwîste çend meseleyek hene divê bêne yekalîkirin, bi taybetî sebaret bi wateya hevbendî û çawayiya birêvebirina welat li gor destûr:
” Me tu hêlekî sor li ser tu kes û aliyek da tûne, li ji aliyê me ve ew prensip girîngin ku pêwîste li ser wan rêkbikevîn, wekî; hevbendî û rêkxistina desthilatan û bernameya siyasî û girêdayîbûna bi destûr.”
Sebaret bi biryara dadgeha destûr jî bi dawî anîna rûniştinên parlamentoya Iraqê jî, serok Barzanî dûpat kir ku ew girêdayî biryara dadgeha destûrê dibin, lê belê li heman demê de tekîd li ser prensîpên tewafiqê û li ser meseleyên bingehîn kir.
Şêwirmendê Joseph Biden yê karubarê asayîşa neteweyî ron kir ku Washington agahdarî hewlên serok Barzanî ye ji bo lezkirin li pêkanîna hikûmetê li ser bingeheke rast û dirust û wan hewlan jî bilind nirxand û cext jî kir ku pêkanîna hikûmetekî bi hêz li ser bingeha hevbendiyê ku hemû pêkhatên Iraqî li xwe bigre û yarmetîder dibe ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera Iraq û Amerîka di hemû waran de.