• Sunday, 25 August 2024
logo

Roja Cejna sersala Êzdiyan li Herêma Kurdistanê bû bênvedana fermî

Gulan Media October 27, 2010 Nûçe
Roja Cejna sersala Êzdiyan li Herêma Kurdistanê bû bênvedana fermî
Duhî kombûna perlementa kurdistanê rûniştina heftê ya xola yekê ya sala duyê ya gera sêyema hilbijartinan hat saz kirin û tê de bi awayekî serekî, bas li çar mijaran hat kirin.

Mijara duyem jî derbarê bi fermî kirina cejna sersala Êzdîyan bû, komîta yasayî û komîta Ewqafê û kar û barên olî jî, di vê bareyê de raportên xwe pêşkêş kirin û li gor vê biryarê, dê cejna Cemayê, cejna sersalê, cejna rojiyê û cejna havînê ya Êzdîyan, bi fermî bên nas kirin.

Her li gor vê biryarê jî, dê cejna serê sala Êzdîyan li herêma kurdistanê bênvedana fermî be.

Cihê amaje pêdanê ye ku cejna serê sala Êzdîyan dikeve çarşema yekê a meha nîsana her salekê de.
Top