Serok Barzanî pirsnameyeka serxweşiyê pêşkêşî binemala Pirofîsor Marif Xeznedar kir
Binemala serbilinda Prof. Dr. Marif Xeznedar, silavên Xweda li we bin.
Mixabin; ku nûçeya koçbarîya dawî ya Prof. Dr. Marif Xeznedar gihijt min. Ez ji ber evê boneya xembar, pirse û serexweşîyên xwe pêşkêşî binemala we ya rêzdar dikim û hevpişkê diltengî û xema we me.
Prof. Dr. Marif Xeznedar, bi tevî ku akademîstekî şehrezayê biwarê wêjeyê bû, lêkolerekî jêhatîyê dîroka wêjeya kurdî jî bû. Berhem û şakarên wî yên di evan herdu biwaran de cihê rêzgirtinê ne. Ji ber evê çendê, koçbarîya wî ya dawî ji gelê me re û ji biwarê rewşenbîrî re xesaret bû.
Ez daxwazê ji Xwedayê mezin dikim, ku evaya ji binemala we re kosta dawî be û Xweda giyanê wî bi beheşta xwe ya berîn şad bike.
Inna Lillah We Inna Îleyhî Racî`ûn
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/10/2010