Serok Barzanî û Adil Ebdulmehdî li Selahedînê civiyan
Di hevdîtinê de, ku birêz Roj Nurî Şaweys cîgirê serokwezîr û Hişyar Zêbarî wezîrê derveyê Iraqê amade bûn, hewldanên pêkanîna hikûmeta nû û wan astengiyên ku hatine ber pêşiya çalakkirina encamdana guftûgo kirin. Di vî warî de her du aliyan tekîd li ser kêmkirina xalên cudahiyê û berfirehkirina dîtinîn mişterik di navbera qewareyên siyasiyên îraqî de ji bona pêkanîn ahikûmeteke hevbeşa niştimanî ku temsîla hemû pêkhatên îraqî bike, kir.
Serok Barzanî û Adil Ebdulmehdî tekez li ser pêwîstiya çalakkirina wan pêngavan kir ku dibine sedema çalakkirina pêkanîna hikûmetê û rizgarkirina pêvajoya siyasî ji wan tengasiyên ku li pêşdaye. Bi taybetî piştî biryara dadgeha destûrî bi ne destûrî danîna rûniştina vekiriya parlamentoya Iraqê ku wiha pêwîst dike hemû qewareyên serketî vê biryara dadgeha destûrî li berçav bigrin û çareseriyek ji bo vê tengasiyê peyda bikin. Ji ber ku mayîna vê rewşê bi awayeke helawestî metirsiye ji bo paşaroja destkeftan.
Di beşekî dina hevdîtinê de, serok Barzanî behsa kombûna hevbeşa berfireha roja şemiya derbasbûyî kir ku li gel hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê û şanda danustankara Kurdistanî pêkanîbûn. Barzanî ragihand ku ew kombûn ji bo şêwirmendiyê bû.
Adil Ebdulmehdî, tekez li wê yekê kir ku destpêşxeriya serok Barzanî ji bo derketina Îraqê ji wê tengasiyê çaseriya dawiye, bi taybetî li ser asta nevdewletî û ji aliyê Neteweyên Yekgirtî jî ve piştgîriyeke tevahî lê tê kirin.
Humam Hemudî jî ragihand ku hemû Iraqî îro pêwîstî bi serok Barzanî heye û li benda wê yekê ne Iraqê ji vê tengasiyê rizgar bike.