• Sunday, 25 August 2024
logo

Mesror Barzanî ji aliyê Se'd Herîrî serok wezîrê Libnanê ve hat pêşwazî kirin

Gulan Media October 23, 2010 Nûçe
Mesror Barzanî ji aliyê Se'd Herîrî serok wezîrê Libnanê ve hat pêşwazî kirin
Duhî roja Înê 22/10/2010'ê Mesror Barzanî serokê ajansa parastina asayişa herêma kurdistanêbi seredanekê gîşte Beyrota paytexta Libnanê û ji aliyê Se'd Herîrî serok wezîrê wî welatî ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtina ku li nivîsîngeha serok wezîran bi rê ve çû, Mesror Barzanî û Se'd Herîrî rewşa siyasî ya Iraqê û pirosesa pêkanîna hikûmeta federal baskirin.

Li aliyek din û her di dîdarê de rewşa giştî ya herêma Kurdistanê û pêşketinên ku di herêmê de hatine pêş hatin baskirin herweha peywendiya navera Herêma Kurdistanê û welatê Libnanê û çawaniya karkirin bo pirtir pêşxistina wan peywendiyan hatin ber bas û şiroveyê, û ew peywendî bi giring hatin helsengandin.

Ji aliyeî din ve û her di çarçovê seredana xwe de, Mesror Barzanî li gel Emîn Cumeyêl serokê partiya keta'ib û serokê berê yê komara Libnanê kombû, û bas li rewşa siyasiya Iraqê bi giştî û peywendiyên herêma Kurdistan ê li gel welatê Libnanê bi taybetî hat bas kirin.

Mesror Brzanî herweha ji aliyê Welîd Cunblat serokê partiya sosyal pêşkewtinxwaz ve hat pêşwazîkirin û ji bilî rewşa Iraqê, dostayetiya dîrpkî ya navbera herdu aliya û karkirin bo pirtir pêşxistina wan peywendiyan hat bas kirin.
Top