• Sunday, 25 August 2024
logo

Jeffrey: destpêşxeriya Barzanî ji bo derxistina Iraqê ji kirîza niha baştirîn çareseriye.

Gulan Media October 21, 2010 Nûçe
Jeffrey: destpêşxeriya Barzanî ji bo derxistina Iraqê ji kirîza niha baştirîn çareseriye.
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li havîngeha Selaheddîn, pêşwazî li balyozê Emrîka yê li Iraqê James Jefrî kir.

Di vê hevdîtinê de serokê herêma kurdistanê, encama serdana xwe ya vê dawiyê bo welatê Îtaliyayê li gel balyozê Emrîka yê li Iraqê û şandeya pêre şirove kir û piştre bi rengekê taybet jî, li ser prosesa niha ya siyasî peyivî.

Brzanî herweha xuyakir, ku ew dixwazin dîdar û kombûnên berfireh bi hemû aliyan re encam bidin, da ku Iraqê ji krîza xwe ya niha rizgar bibe.

Di vê kombûnê de serok Barzanî herweha tekez kir ku pêwîste hikûmet li gor çareseriyeka guncayî pêkbê, da ku hemû aliyên siyasî jê razî bin û ti alî li derveyî hukûmetê nemînin.

James Jefrî jî ji aiyê xwe ve tekez kir ku destpêşxeriya Barzanî ji bo derxistina Iraqê ji ev kirîza ku niha Iraq têre derbaz dibe baştirîn çareseriye.
Top