Bi helkefta yeksaliya avakirina kargeha Awamedica a teybet bi çêkirina dermanan Berhem Salih seredana wê Kargehê kir
Serokê hikûmetê û şandeya pê ra bi îdareya kargeha Awamedica ra civiyan û di civînê de dr. Behram raporek li dor awayê birêveçûna karên kargeha Awamedica pêşkeş kir û got:
- Awamedica yekemîn kompaniya ye li herêma Kurdistanê ku bi awayekê modêrin, bi teknolojiyeke nû, kiwlîtîyek bilind û li gor pîverên cîhanî dermanan bo bazara herêma Kurdistanê û Îraqê çêdike.
- Awamedica heta niha 11 curên dermanan çêdike, biryare di meha Çirya paşîn de 10 curên din jî çêbike û ta dawiya salê hên jî berhemên xwe berfirehtir dike.
Ji aliyê xwe ve Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kar û xebatên rêveberiya kargeha Awamedica bilind nirxandin û got:
- Cihê dilxweşiyê ye ku li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê bi awayekî modêrin û li gor pîverên cîhanî derman tên çêkirin.
- Hikûmeta herêma Kurdistanê piştevaniya berhemên xomalî dike û dê berhemên Awamedica jî ji aliyê hikûmetê ve bihên piştevanî kirin.
Serokê hikûmeta di berdewamiya axaftina xwede tekez li ser wê yekê kir ku giringe nexweşxane û dermanxaneyên herêma Kurdisanê dermanên xwe ji Awamedica dabîn bikin û daxwaz ji rêvebirya fabrîkayê kir ku bazarên nû ji xwe re peyda bikin, bi taybetî berhemên xwe ji bo bajarên din yên Îraqê bişînin.
Piştî civînê serokê hikûmetê û şandeya pê ra di gel rêvebiriya kargehê geryanek di nav kargeha Awamedica de kir.