• Sunday, 25 August 2024
logo

Li Raniyeyê kurdekî rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

Gulan Media October 21, 2010 Nûçe
Li Raniyeyê kurdekî rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da
Li devera Raniyeyê a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve karkerekî kurd ê rojavayê Kurdistanê kete ber amêra bîrkolanê û di encam de jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeyeke malpera PUKmedia îro serê sibê di demjimêr 6:30’an de karkerekî kurd yê rojavayê kurdistanê ye, bi navê Mehmud Xelîl Şêxo, ji dayikbûna sala 1966 ê ku li gundê Xerabêsan yê bajarê Kobaniyê ji dayîk bûye, di dema karkirinê de ketiye ber kabloyên xerazeyê û di encamê de jiyana xwe ji dest daye û pişt re radestî nexweşxaneya Raniyeyê hatiye kirin .

Hat zanîn ku termê Mehmud Xelîl wê îro ber bi bajarê Silêmaniyê ve bê rêkirin û piştî qedandina karûbarên fermî li nîşîngeha Silêmaniyê, wê were şandin bo rojavayê Kurdistanê.
Top