Serok Barzanî serdana pêşangeha Hewlêrê ya navdewletî kir
Di vê serdanê de ku sefîrên welatên Çekê, Fransa, Almanya û hejmareke sefîrên welatên din jî amade bûn, serok Barzanî serdana beşên cûda cûda yên pêşangehê kir û destxweşî li amadekar û beşdarvanên pêşangehê kir.
Weke tê zanîn şeşemîn pêşangeha navnetewiya Hewlêrê bi beşdariya 850 kompanyayên erebî û ewrupî hatiye vekirin û pêşangeh dê nêzîkî sê rojan dom bike