• Sunday, 25 August 2024
logo

Sala bê jî budca Herêma Kurdistanê %17 ji budca Iraqê ye

Gulan Media October 18, 2010 Nûçe
Sala bê jî budca Herêma Kurdistanê %17 ji budca Iraqê ye
Fazil Nebî alîkarê wezîrê darayî yê Iraqê diyar kir ku li ser prensîba rêketina ku piştî prosesa azadiya Iraqê, di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de hatiye îmzakirin, para Herêma Kurdistanê di budceya giştî a sala 2011’ê a Iraqê de, dê weke sala bûrî %17 bimîne.

Li gor malpera pukmedia Nebî di daxuyaniyekê de ji wan re daye zanîn ku di budceya sala bê a Iraqê de, guhertin bi ser para Herêmê de nayê û dê wek xwe bimîne û got: “Ji ber ku serjimêrî di dema xwe ne nehate pêkanîn û tu prensîbên zanistî di ber dest de nînin ku rêjeya akinciyên Herêma Kurdistanê diyar bike. Lewre para Herêma kurdistanê di budceya sala bê a Iraqê de, dê werke xwe bimîne.”

Wek ku Nebî da zanîn, para Herêma Kurdistanê ji budceya giştî a Iraqê li gor rêketina navbera her du aliyan tê dayîn. Ew jî heta dema ku serjimêriya giştî tê pêkanîn û rêjeya akinciyên Herêma Kurdistanê tê destnîşankirin.
Top