Hêzên Komando û tîmên taybet daristanên derûberê Batmanê dibirin
Di beyannamê de hatiye jî ku li gel birîna daristanên deverê, rûniştvanên gundê Gumesorg ser bi bajarê Batmanê hatine agahdarkirin ku gundê wan dê ji aliyê Artêşa Tirk ve bê şewitandin, piştre gundî neçar bûn û çûn cihekî din taku agir vemiriye.''
Hêzên komando protokolek bi tîmên birîna daristanan re îmze kirine, ku daristanên Agirî, Batman, Bîngol, Diyarbekir, Elezîz, Hekarî, Kars, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Dêrsim û Wan, ji navbibin bi hiceta parastina ewlehiya hêzên Tirk.
Berî niha Serokatiya KCKê daxwaz ji rêkxistinên parastina jîngehê kiribû, ku ji nêzîk ve serdana bajarên Kurdan bikin da ku bername û tawankariya hikûmeta Tirkiyê ya dijî siruştê xelkê navçeyê bibînin.