• Friday, 29 November 2024
logo

Parêzgarê Mûsilê seredana parêzgeha Duhokê kir

Gulan Media October 16, 2010 Nûçe
Parêzgarê Mûsilê seredana parêzgeha Duhokê kir
Esîl Nucêfî parêzgarê Mûsilê roja pênşemê bo cara yekê seredana parêzgeha Duhokê kir û ji aliyê Temir Remezan parêzgarê Duhokê ve hat pêşwazîkiri.
Li gor ajansa eswatelîraq herdu aliyan bas li karûbarên siyasî nekir û tenê sanahî kirina derbazbûna bazirganên Mûsilê di dergehê Ibrahîm Xelîl re hat gotûbêj kirin.
Cihê amaje pêdanê ye ku ev yekem seredana Nucêfî ye piştî wergirtina postê xwe weko parêzgarê Mûsilê, ku bûye egerê hindê ku Lîsta Hedba hemû postên Îdarî yên parêzgeha Neynewa bo xwe desteserbike, û kurdan jî ji aliyê xwe ve civata parêzgehê baykot kirin,
Top