• Friday, 29 November 2024
logo

13 milyar dolar sermaye di bazara kurdistanê de ye

Gulan Media October 16, 2010 Nûçe
13  milyar dolar sermaye di bazara kurdistanê de ye
Civata bilinda sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê bi serkêşiya Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û bi amadebûna Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê civiya.

Di civînê de tekez li wê yekê hat kir ku pêwîste hemahengî û hevkarî zêdetir di navbera civata bilinda sermayerazandinê û wezaretên hikûmetê de hebe da ku civata bilind ya sermayerazandinê haydarî qonaxên cêbecêkirin, budce û hûrgiliyên din yên wan pirojeyên rê pê hatî dan haydar be.

Serokê civata bilinda sermayerazandinê got ku ta nuha wan ji bo 284 pirojeyan rê daye daye ku ew piroje li gor pêdvîtiyên xelkî, bazar û şertên abûriya Kurdistan minasib in û gelek ji wan pirojeyan bi dawîhatine got:
- Nêzîkî 13 milyar dolar sermaye di bazarê kurdistanê de hatiye razandin, ji %25 ew sermaye ji derve hatiye û li Kurdistanê hatiye razandin.
- Herwesa piştî fonda akincîkirinê ketiya di warê piraktîkê de nêzîkî 25000 xanî bi xelkê hejar û kêmderamet hatine avakirin ku hikûmetê gelek hêsankarî jê re kirine.
Top