• Friday, 29 November 2024
logo

Damezrandina saziyek taybet bi karûbarên penaberan

Gulan Media October 16, 2010 Nûçe
Damezrandina saziyek taybet bi karûbarên penaberan
Bi armanca gotûbêjkirina rewşa karûbarên nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên derve û rewşa penaberên kurd li derve, duhî komîteya karûbarên qanûnî ya parlamentoya Kurdistanê di gel Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de bi berfirehî li ser nûneratiyên hikûmetê û revenda kurd a derveyî welat minaqeşe hat kirin û li dor pirsa bizorênardina penaberên kurd bo herêma Kurdistanê Felah Mistefa got: Me di civînên xwe yên bi sefîr, kosolos û nûnerên welatên biyanî re gotiye ku bizorênardina penaberên kurd bo Kurdistanê karekê girane û nayê qebûl kirin.

Di civînê de pêşniyar het kirin ku hikûmeta herêma Kurdistanê saziyeke taybet bi karûbarên penaberan ava bike da ku rewşa penaberan li hemû welatan û ew penaberên vedigerin bo herêma Kurdistanê ji nêzîk bişopîne.

Di beşeke din a civînê de berpirsê peyweniyên derve ji komîteya karûbarên qanûnî ya parlamentoya Kurdistanê re behsa wan pêşketin û destketiyên di ware peywendiyên diplomasî de çêbûyne kir û got: Peywendiyên me bi giştî bi awayekî berfireh pêşketin e û miamileya welatên biyanî û ya hikûmeta Îraq federal jî di gel fermangeha têkeliyên derve bûye cîyekî giring di piroseyê de. Gelek welatan daxaz ji me kiriye ku hikûmeta herêma Kurdistanê nûneratiya xwe li wan welatan veke.
Top