• Friday, 29 November 2024
logo

Opozisyon bi pêşinyarên Nêçîrvan Barzanî razîbû

Gulan Media October 15, 2010 Nûçe
Opozisyon bi pêşinyarên Nêçîrvan Barzanî razîbû
Nêçîrvan Barzanî cihgirê serokê PDK’ê, derbarê piroja qanûna desteka hilbijartinên herêma kurdistanê, kombûnek bi fraksiyonên opozisiyonê re saz dakir. Fraksiyonên opozisiyonê jî, pêşinyarên Nêçîrvan Barzanî pesend kirin û hersê alîyên opozisiyonê (Yekgirtuya Islamiya Kurdistan, Goran û Komela Islamiya Kurdistanê) bi çare û pêşinyarên Nêçîrvan Barzanî razî bûn.

Aram Qadir serokê fraksiyona Komela Islamiya Kurdistanê ji PNA re da xuyakirin, ku ev kombûna han pozetîv bû û dê pirsa qanûna desteya hilbijartinên herêma kurdistanê bê çareserkirin.

Aram Qadir got: di vê kombûnê de tekez li ser wê yekê hat kirin, ku divê endamên komisiyona hilbijartinan kesên ne alîgir bin, herweha divê mirovên pispor bin û nûnerên hemû aliyan jî tê de bin.

Di axaftina xwe de Aram Qadir da xuyakirin, ku di vê kombûnê de hemû alî bi wê yekê re bûn, ku divê dengê kurd li Baxdayê yek be û şûnpêya kurd li Baxdayê û li herêma kurdistanê jî parastî be.

Aram Qadir got jî, ku gerek di hefteya bihê de kombûneka dina weha bihê sazdan, da ku di derbarê vê projê de (projeya qanûna desteka hilbijartinên herêma kurdistanê) rêkeftinek vebirr bihê encamdan. PNA
Top