• Friday, 29 November 2024
logo

Mehmûd Osman ji Esed û Erdogan xwest ku mafên kurdan bidin û destêwerdanê di Iraqê de nekin

Gulan Media October 14, 2010 Nûçe
Mehmûd Osman ji Esed û Erdogan xwest ku mafên kurdan bidin û destêwerdanê di Iraqê de nekin
Mehmûd Osman perlementarê bi ser Firakisyona Hevpeymaniya Kurdistanê ve, daxwaz ji Beşar Esed serokê Sûriyayê û Receb Teyib Erdogan serokê hikûmeta Turkiyeyê kir ku destêwerdanê di kar û barê hundirê Iraqê de nekin û mafên kurdan berdest bikin.

Mehmûd Osman ji ajansa PNA ya nûçeyan re da xuyakirin, ku pêwîste Esed û Erdogan li şûn ku destwerdanê di nav kar û barên Iraqê de dikin, wekhevî û dadweriyê li welatê xwe û di nav welatiyên xwe de cêbecê bikin.

Mehmûd Osman herweha got: gerek ev herdu welat mafên kurdan bidin û dev ji cudakarî û çewisandin û zordariyê berdin. ev çendîn sal in, ku welatiyên kurd li wan herdu welatan, ji ber sitem û zordariyê dinalin. gerek êdî ev herdu wlet mafên kurdan bidin.
Top