• Friday, 29 November 2024
logo

Festîvala Baba Tahirê Hemedanî li Silêmaniyê tê lidarxistin

Gulan Media October 13, 2010 Nûçe
Festîvala Baba Tahirê Hemedanî li Silêmaniyê tê lidarxistin
Rêvebiriya giştî ya rewşenbîrî û hunerî li Silêmaniyê bi hevakariya "Senterî Hawbeşî Lur" festîvala Baba Tahirê Lur (Hemedanî) li bajarê Silêmaniyê di navbera 25-26ê meha 11`n li dar dixe.. 25-26/10/2010
Bi vê boneyê, em bang li hemû nivîskar û ronakbîran dikin ku lêkolînên xwe di çarçoveya babetên destnîşankirî de amad bikin û bişînin navnîşanên li jêr destnîşankirî.

YEKEM: Babetên lêkolînan:

1- Jiyannameya Baba Tahirê Lur.
2- Kesayetiya Baba Tahirê Lur di van biwaran de:
2-1. biwarê wêjeyî.
2-2. biwarê felsefî.
2-3. biwarê neteweyî.
2-4. biwarê îrfanî.
2-5. biwarê nêvneteweyî.

3- Rewşa giştî ya zagrosnişînan /gelê Zagrosê/ di serdema Baba Tahirê Lur de.
3-1. rewşa civakî.
3-2. rewşa aborî.
3-3. rewşa ramyarî /siyasî/.
3-4. rewşa çandî.
3-5. rewşa wêjeyî.

4- Karîgeriya Baba Tahirê Lur li ser asta navxoyî û derveyî.
4-1. ji aliyê wêjeyî ve.
4-2. ji aliyê îrfanî û evînê ve.
4-3. ji aliyê hizrî ve.
4-4. ji aliyê çandî ve.
4-5. ji aliyê ayînî ve.
4-6. ji aliyê netewetiyê ve.
4-7. Rengdana aliyên jiyan, kesayetî û berhemên Baba Tahirê Lur li ser sedsalên piştî wî.

5- Pêgeha Baba Tahirê Lur di nav pêkhateya Lur bi taybetî û civaka Kurdewarî bi giştî.
6- Desttêwerdana derekî /derveyî/ û berhemên Baba Tahirê Lur ji aliyê zimanî, hizrî û kesayetî ve.
7- Baba Tahirê Lur, sembolekî neteweya Kurd û sermaweyekî mirovayetiyê.
8- Lur: pêkhate, çand, dîrok, cografya, rewşa aborî û civakî.
9- Kesayetiyên bi navûbang yên Lur di biwarên wêjeyî, zanistî, ayînî û ramyarî de.
10- Peywendiya pêkhateya Lur bi pêkhateyên dî yên civaka Kurdewarî re.



DUYEM: Mercên lêkolînan:

1- Her nivîserek azad e di destnîşankirina navnîşanekê ku ji çend babetên jor pêk hatibe.
2- Her nivîserek azad e di destnîşankirina navnîşanekê ku di rêza jor de ne destnîşankirî be.
3- Lêkolîn ji 15-25 rûpelan derbas nebe.
4- Lêkolîn taypkirî be û mezinahiya tîpan 12 be.
5- Lêkolîn li gor metodên zanistî be.
6- Li gor pêwîstiyê jêder bên diyarkirin.
7- Lêkolîn yan li ser C.D yan jî bi rêya e.maila festîvalê bê şandin.
8- Komîteya zanistî ya festîvalê biryara dawiyê li ser lêkolînan dide.
9- Hemû lêkolîn dê wek pirtûkekê di dema festîvalê de bê belavkirin.
10- Komîteya zanistî ya festîvalê 12 lêkolînan hildibijêre bo pêşkêşkirina di dema festêvalê de.


Em, wek komîteya amadekar, hêvîdar in ku hemû xemxurên Kurdayetiyê nêrîn, rexne û nirxandinên xwe ji me re bişînin.

Navenda serekî ya Senterê Hawbeşî Lur – Silêmaniyê – Bextiyarî – gerekî Hendirên (109) kolana (14) xaniyê jimare (1)
Navnîşanan:
e-maila festîvalê: [email protected]
Tel: (009964) 533195062
Mob: (009964) 7701459716

Têbînî: roja dawiyê bo wergirtina babetan 31/10/2010


Can Êzîdxelo
Endamê lijneya bilind ya festîvalê – beşê peywendiyan
Top