• Friday, 29 November 2024
logo

Erdogan derxistina 'lêborîna giştî' bi nerast da zanîn

Gulan Media October 13, 2010 Nûçe
Erdogan derxistina 'lêborîna giştî' bi nerast da zanîn
Recep Teyib Erdogan serok wezîrê Tirkiyeyê, ew nûçeyên sebaret derxistina “Lêborîna giştî” ji bo endamên PKKê, bi nerast zanî.

Li gorî nûçeyeka CHA'ê, Erdogan berî ku ber bi Pakistanê birêkeve, li Balafirxana Esenboga a Enqereyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Derbarê kombûna Erdogan li gel Serokê Sûriyeyê Beşar Esed, û daxwaza derxistina lêborîna giştî ji bo endamên PKKê , Erdogan got, “Daxwazek wiha ji me nehatiye kirin. Min jî di rojnameyan de xwend. Me li ser mijareke wiha bas nekiriye.”
Top