• Friday, 29 November 2024
logo

BDP’ê: Wê li Kurdistanê zimanê yekem Kurdî be

Gulan Media October 12, 2010 Nûçe
BDP’ê: Wê li Kurdistanê zimanê yekem Kurdî be
Bengî Yildiz Cîgirê Serokê Giştî yê BDP’ê, da zanîn ku, ew amadekiriya çêkirina formola çareseriya pirsgirêka Kurd dikin, her wiha got ku di nava vê sîstemê de Kurd li Kurdistanê, di Kurdistana Xweser de wê zimanê wan weko zimanê yekemîn be. Yekemîn zimanê wan yê fermî wê Kurdî be, zimanê wan yê duwemîn jî wê Tirkî be”

Tevgera Perwerdeya Zimanê Kurdî TZP-Kurdî ku kampanyaya perwerdeya zimanê kurdî dabû destpêkirin û di vê kampanyayê de 4 hezar îmze hatibûn komkirin, piştî ku ew îmze dan Muduryeta Perwerdê ya Netewî, Bengî Yildiz cîgirê Serokê Gruba BDP’ê û Parlementerê Êlihê daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, wan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan formolek amade kirine.

LI KURDISTANÊ ZIMANÊ YEKEM KURDIYE

Yildiz da diyar kirin ku formulasyona wan “Tirkiyeyek Demokrat, Kurdistana Xweser” Yildiz wiha axivî: “ Tevgera me , Tekoşîna me jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd formulasyona ku pêşniyar kirî eve; Tirkiyeyekî Demokratîk, Kurdistana Xweser û tevahiya Tirkiye belavî herêmên xweser bibin. Rayeyên Rêveberiya Navendî di rêjeyek mezin de belavî herêmên xweser bibin. Şêweyek yê rêveberiya ku gotin û biryar bikevin destê gel û herêman. Di vê sîstemê de jî Kurd li Kurdistanê, di Kurdistana Xweser de zimanê xwe weke zimanê yekemîn wê bi karbînin.”

ZIMANÊ DUWEMÎN WÊ TIRKÎ BE

Yildiz gotînên xwe wiha berdewam kirin; “Zimanê yekemîn wê Kurdî be, zimanê duwemîn jî wê Tirkî be. Yanî wê hem Kurdî hem jî Tirkî fêrbibin. Pêwîste em vê bi vî awayî bi pejîrînîn. Raste li tevahiya Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkiye lê li gorî me pêwîste zimanê Kurdî jî weke zimanê duwemîn bê fêr kirin. Ev sîstem pêwîst erdnîgariya Kurd neke cihê helandinê û dest ji vê siyasetê berde. Waliyê wê Kurdî nizane, qeymeqam nizane, emniyeta wê nizane, mamostayê wê nizane û hun dibêjîn ‘emê we bi rêvebibin’. Ewên ku zimanê vî gelî ne zanîn, ew pirsgirêkên vî gelî jî têna gehin. Ji xwe êdî daxwazek wek zimanê zikmakî rewa nikarin paşde bidin û ji ne dîtî ve bên.”

Jêder: avestakurd
Top