• Friday, 29 November 2024
logo

Sefîrê nû yê Swêdê bo Îraqê seredana Kurdistanê kir

Gulan Media October 12, 2010 Nûçe
Sefîrê nû yê Swêdê bo Îraqê seredana Kurdistanê kir
Carl Magnus Nesser sefîrê nû yê Swêdê yê li Îraqê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de peywendiyên dualî, rewşa Îraqê û herêma Kurdistanê û çend pirsên girêdayê warê abûrî û bazirganî gotûbêj kirin.

Felah Mistefa, bi minasebeta destbikarkirinê, pîrozbahî li sefîrê nû yê Swêdê kir û jê re behsa siyaset û helwestê hikûmeta herêma Kurdistanê, pêşveçûnên siyasî, abûrî, civakî, bazirganî û perwerdeyî kir. Mistefa tekîd li ser berfirehkirina têkeliyên abûrî û bazirganî, vejandina sektora taybet û avakirina pira peywendiyan di navbera zanîngeh û odeyên bazirganiyên herêma Kurdistanê û Swêdê kir.

Ji aliyê xwe ve sefîrê nû yê Swêdê ji bo serdana herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da û pesna rewşa herêma Kurdistanê da û îşaret bi pêşketinên abûrî û bizava bazirganiyê kir. Carl Magnus Nesser sefîrê Swêdê yê Îraqê got ku ew dixaze peywendiyên Swêdê bi Îraq û herêma Kurdistanê ra di hemû waran de dirêjiyê pê bide.

Her du aliyan behsa giringiya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir û tekîd li ser wê yekê kir pêwîste hikûmeteke hevbeşa niştimanî bê damezrandin û Îraqê jî ji wê kirza ketiye tê de rizgar be.

Di dawiyê de Berpirsê têkeliyên derve rola Swêdê di Yekêtuya Ewropayê de bilind nirxand û got ku herêma Kurdistanê dixaze Swêd sewiya nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bilind bike û zêdetir şîrket û kompaniyên swêdî li herêma Kurdistanê kar bikin û ji herêma Kurdistanê derbasî deverên din yên Îraqê bibin.
Top