Yonanistan têkiliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfireh dike
Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di dîdarekê de behsa rewşa siyasiya herêma Kurdistanê û Îraqê kir û tekîd li ser xurtkirina têkeliyên abûrî û bazirganî di navbera herêma Kurdistanê û Yonanistanê de kir. Mistefa di axaftina xwe de got ku êdî ew wext hatiye ku Yonanistan, ji bona berfirehkirina têkeliyên di warê abûrî, bazirganî, kulturî û perwerdeyî de, sewiya nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bilind bike.
Mistefa, beşdarîkirina kompaniyên yonanî di avadankirina Kurdistanê de bi pêngaveke giring wesif kir û got ku Yonanistan dikare zêdetir di warê abûrî û bazirganî de li herêma Kurdistanê rola xwe bilîze.
Paşî her du aliyan basa kirîza pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û danûstandinên di navbera lîste û qewareyên siyasiyên îraqî de kir. Di vê çarçoveyê de berpirsê têkeliyên derve helwesa herêma Kurdistanê li ser pêkanîna hikûmeta nû zelal kir û got ku herêma Kurdistanê bi rêya Hevpeymaniya Firasiyonê Kurdistanî daxazên xwe pêşkeşî aliyên siyaiyên îraqî kirine.
Demetrios Tranos berpirsê karûbarên sefaretxaneya Yonanistanê y ali Bexdayê got ku şîrket û kompaniyên Yonanê dikarin di warê zîraet, bînasazî û nûjenkirina şûnewarên dîrokî alîkariya herêma Kurdistanê bike.