• Friday, 29 November 2024
logo

Qasim Axa ji ber ku xudan dîrokek reşe ji hewlêrê hat dûrxistin

Gulan Media October 11, 2010 Nûçe
Qasim Axa ji ber ku xudan dîrokek reşe ji hewlêrê hat dûrxistin
Newzad Hadî parêzgarê Hewlêrê di kongireke rojnamevanî de li Hewlêrê derbarê nûçeya dûrxistina Qasim Axa ji Hewlêrê amaje bi çawanîya dûrxistina navbirî kir û got ku wan bi biryara dûrxistinê Qasim Axa ji hewlêrê derxist.

Hadî li destpêkê xuyakir ku wî bi rêya qaymiqamê qeza koye zanîye ku Axa li komelgeha Mela Omer ya nêzîkî bajarê Hewlêrê jîyanê dike, û paşê bi rêya qeymeqamê deşta hewlêrê wan Axa agadar kirî ye, ku bi çi rengan ew pesend nakin kesekê gemar wek Qasim Axa li sinûrê parêzgeha Hewlêrê bimîne.

Newzad Hadî herweha got ku Axa daxwez kir bi rêka firokxana hewlêrê derkeve, belê wan rê nedayê.

Parêzgarê Hewlêrê ragehand jî ku renge kesên din yên wek Axa li Kurdistanê hebin, lewa pêwîste bi rêya wezareta Enfal û şehîdan û rêxistinên civaka sivîl, daxwazên dadgehkirinê li ser werin tomarkirin, û werin dadgehkirin.

Cihê amaje pêdanê ye ku Qasim Axa Koyî, di serdemê rijêma be’s de, rawêjkar (misteşar) bû, û tê tawanbar kirin, ku ji salên heştêyan û ta bi serhildanê, çendîn pêşmerge radestî rijêma be’s kirine herweha dest di tawana Enfalan jî de hebû, û nêzîkî 500 kurd radest kiribûn.
Top