• Friday, 29 November 2024
logo

Erdogan berê xwe da Sûriyê

Gulan Media October 11, 2010 Nûçe
Erdogan berê xwe da Sûriyê
Receb Teyib Erdogan serokwezîrê Tirkiyê dest bi seredanekê kir bo welatê Sûriyeyê. Erdogan di serdana xwe de wê di gel Beşar Esed serok komarê wî welatî bicive.

Erdogan berî ku biçe Sûriyeyê li Firokxana Enqereyê civînek rojnamevaniyê saz kir û da xuyakirin ku serdana wî dê tenê rojekê li ber xwe bide û ew ê di çarçova seredana xwe de bi Serok Esed re derbarê pêşveçûnên herêmî û têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê gotûbêja bike.

Erdogan derbarê serdana xwe de wiha got, "Emê di vê civînê de basa karên sala 2010ê bikin. Di têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê yên di warê siyasî, aborî û kulturî de pêşveçûneke berçav tê dîtin. Ji ber vê rewşê him xelk him jî deshelatên herdu welatan kêfxweş in. Em ê di salên pêş de jî bi heman reng biryardariyê bidin ser vê rêyê."


Derbarê PKKê jî Erdogan da zanîn ku ew dixwazin piştgirî û hevkariya ku li PKKê tê kirin pir kêm bikin û ev mijar jî di bernama serdana wî de ye.
Top