• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê kiryara bajarê Sineyê şermezar kir

Gulan Media October 11, 2010 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê kiryara bajarê Sineyê şermezar kir
Serokê herêma Kurdistanê kiriyara kuştin û birîndarkirina çend kesan ku li roja pêncşemiya 07.10.2010ê li senterê bajarê Sine li rojhilatê Kurdistanê çêbûye şermezar kir.

Eva li jêr teksta daxuyaniya serok Barzanî ye:

Bi mixabinî ve nûçeya wê bûyera nexweş ya ku ji sedema kiryareke tundûtîj li roja pêmcşemiya 07.10.2010ê li senterê bajarê Sineyê çêbûy û bûye sedemê kuştin û birîndaran çendîn kesan, gihîşte me.

Em bi dijwarî kiryarên tundûtîj yên bi wî awayî şermezar dikin û di heman demê de sersaxiyê pêşkeşî malbatên qurbaniyên wê bûyerê dikin.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistan
10.10.2010
Top