• Friday, 29 November 2024
logo

Planên derveyî bo lawaz kirina bingeha ewlekarî û aboriya Herêma Kurdistanê hene

Gulan Media October 11, 2010 Nûçe
Planên derveyî bo lawaz kirina bingeha ewlekarî û aboriya Herêma Kurdistanê hene
Ajnasa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê ragihandinek belav kir, tê de xuyakir, ku çend planên derveyî bo lawaz kirina bingeha ewlekarî û aboriya herêma Kurdistanê hene.

Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê di ragehandina xwe de daxwaz ji xelkê herêma kurdistanê kir, ku alîkar bin û sebaret her livîn û bizaveka bi goman, agehdarîya alîyên peywendîdar bikin.

Ev jî têkista wê ragihandinê ye:


Welatîyên xweşewîst yên herêma kurdistanê…

Di vê demê de, ku rewşa asayişa herêma kurdistanê bi berhem bûye û di biwarê avakirin, pêşkeftvin û berfirehbûna peywendîyên diplomatîk yên herêmê de berhem hebûne, belê her di vê demê de ev geşbûn dibe egerê, ku nehez û neyar bi berdewamî planan ji bo nexweşkirina asayişa herêmê danin.

Ta niha jî, hevkarîya berfireha Welatîyan a ji bo şerê bi plan ê neyaran û terorîstan re, fakterê serekîyê serketina dezgehên parastina asayişa herêmê bû. Ji ber vê çendê, em ji mafê Welatîyên rêzdar dibînin, ku ew di her pêşveçûneka weha ya girêdayî asayişê de, me agahdar bikin.

Her di vê çarçovê de jî, em Welatîyên xwe yên xweşewîst agahdar dikin, ku li gor pêzanînên saloxegerîyên rast û dirist, di vê mawê de plan ji bo nexweşkirina rewşa asayişa herêmê pirtir bûne. Jêderên van planan jî, li derveyî herêma kurdistanê ne û armanca wan jî ew e, ku bingeha siyasî û aborî ya herêma kurdistanê lawaz bibe.

Ji bo ku em di rûyê vê gefê de rawestin, amadekarî û rêkarên xurt û pêwîst ji alîyê dam û dezgehên peywendîdarên herêmê ve pêk hatine, belê em herdem çaverê ne, ku Welatîyên xweşewîst li her cihekî – çi li cihên giştî bin û çi li cihên taybetî bin – bi hişyarîyek mezin agahdarî her core livîn û bizaveka gomankirî bin û dezgehên peywendîdar jî, di bareya her dîyardeka ne asayî û bi gomande agahdar bikin.

Bi piştevanîya Xwedayê mezin û bi alîkarî û jîrîya we Welatîyên xweşewîst, em ê hemû karînên xwe bi kar bînin, da ku planên nehez û neyaran bi ser nekevin û em bawer dikin, ku ev pîkolên bê berhem wê bandorê li pêvajoya pêşkeftina hemo alîya herêmê nekin.

Li gel rêzên me..

Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê
10/10/2010
Top