Pirsgirêka kurd di rojeva NATOyê de
Anders Fogh Rasmussen Sekreterê NATOyê û Serokwezîrê berê yê Danimarkayê, di semînara ku ji aliyê Saziya Alman a Emrîkayê ve hatî sazkirin de axivî.
Di semînarê de, Rasmussen behsa stratejiya nû ya NATOyê di warê ewlehiyê de kir û got, êdî NATO ji vir û pêde, wê konseptên kêm mesref û aktîf di warê parastina ewlehiyê di cîhanê de bişopîne.
Serokwezîr berê yê Danimarkayê herweha diyar kir ku rewşa Efxanistinê nîşan da ku çi pirsgirêk tenê bi rêya leşkerî nayê çareserkirin.
Di semînarê de, pirsgirêka kurd û Tirkiyeyê jî hatin rojevê. Di semînarê de şerê 30 salan li Tirkiyeyê hate ziman û çawaniya alîkariyên NATO ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane hate şirovekirin.
Ji aliyekî din ve, rayedarekî Ewropayê li Brûkselê ku nexwest navê wî bê diyarkirin, got, Ocalan û PKKê peyamên taybet ji Rasmussen re şandine û jê xwestine ku bikeve navbera kurdan û Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd.
Jêderên NATO û PKKê jî ev yek piştrast kirin û hate ragihandin ku Rasmussen li Enqereyê li ser vê mijarê di gel Erdogan axiviye.
Jêder: AKnews