• Friday, 29 November 2024
logo

1420 kesan bo perwerdeya bi zimanê Kurdî serî li Rêveberiya Perwerda Silopî dan

Gulan Media October 9, 2010 Nûçe
1420 kesan bo perwerdeya bi zimanê Kurdî serî li Rêveberiya Perwerda Silopî  dan
Li Navça Sîlopî ya bi ser Şirnexê ve 1420 kesan di çarçova kampanya TZPKurdî de ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî serî li Rêveberiya Perwerdeya Netewî ya Sîlopî dan.

Bi vê mebestê Bahattîn Alkiş Serokê Rêxistina BDPê ya Silopiyê, A. Kerîm Agdaş Nûnerê KURDÎ-DERê ya Silopiyê, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên KURDÎ-DER, Rêxistina BDPê ya Navçeyê û gelek kesên din li avahiya BDPê ya navçeyê civiyan.

Abdulkerîm Agdaş li ser navê KURDÎ-DERê yê Silopiyê, da zanîn ku pêwist e her miletek bi zimanê xwe perwerdê bibîne û got: "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî xwezayî yê mirovan e. Di zagonên navneteweyî de ziman û perwerdeya ziman hatiye misogerkirin. Lê Tirkiye li hemberî vî mafê xwezayî derdikeve. Heta em vî mafê xwe yê xwezayî bi dest bixin em ê têbikoşin."

Piştî daxwiyaniyê Rêveberên KURDÎ-DERê û Serokê Rêxistina BDPê ya Navçeyê Bahattîn Alkiş, 1420 daxwaznameyên ku kom kiribûn dan Rêveberiya Perwerdeya Netewî. Lê ji ber rêveber ne li cihê xwe bû, daxwazname dan rayedarên rêveberiyê.

Jêder: Rudaw
Top