1420 kesan bo perwerdeya bi zimanê Kurdî serî li Rêveberiya Perwerda Silopî dan
Bi vê mebestê Bahattîn Alkiş Serokê Rêxistina BDPê ya Silopiyê, A. Kerîm Agdaş Nûnerê KURDÎ-DERê ya Silopiyê, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên KURDÎ-DER, Rêxistina BDPê ya Navçeyê û gelek kesên din li avahiya BDPê ya navçeyê civiyan.
Abdulkerîm Agdaş li ser navê KURDÎ-DERê yê Silopiyê, da zanîn ku pêwist e her miletek bi zimanê xwe perwerdê bibîne û got: "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî xwezayî yê mirovan e. Di zagonên navneteweyî de ziman û perwerdeya ziman hatiye misogerkirin. Lê Tirkiye li hemberî vî mafê xwezayî derdikeve. Heta em vî mafê xwe yê xwezayî bi dest bixin em ê têbikoşin."
Piştî daxwiyaniyê Rêveberên KURDÎ-DERê û Serokê Rêxistina BDPê ya Navçeyê Bahattîn Alkiş, 1420 daxwaznameyên ku kom kiribûn dan Rêveberiya Perwerdeya Netewî. Lê ji ber rêveber ne li cihê xwe bû, daxwazname dan rayedarên rêveberiyê.
Jêder: Rudaw