Lîsta Goran dil heye ji Koma Firakisyonên Kurdistanî cuda bibe
Şoreş Hacî endamê Lîsta Goran di daxuyaniyekê de ji Ajansa kurdistan ya nûçeyan re got, "Serkirdeyên Goranê dê îro civîneke giring saz bikin û tê de çend biryaran bidin. Pêşniyara wê çendê jî heye ku Lîsteya Goranê xwe ji Koma Firakisyonên Kurdistanî vekêşe."
Şoreş herweh got, "Ji bo ku em bikaribin di nav pêvajoya siyasî de pêş ve biçin, gelek alternatîf li ber me hene. Her tişt li ber guherînê ye."
Şoreş basa sedema pêşniyara vekêşana Lîsta Goranê jî nekir û tenê got, " Her tişt dê piştî civîna îro aşkere bibe."
Bizava Goranê ya bi serokatiya Newşîrwan Mistefa li dawiya 2006ê ji ber çend pirsgirêkên navxwe yên YNKê ya bi serokatiya Celal Talebanî ji wê partiyê cihê bû û li 25ê tîrmehê 2009ê beşdarî hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê bû û ji 111 kursiyên di nav parlamentoya Kurdistanê 25 kursî bi dest xistin. Di hilbijartina parlamentoya Iraqê de jî 8 kursî bi dest xistine.