• Friday, 29 November 2024
logo

Jozêf Baydên pêşinyar kir ku postê serok komarê Iraqê ne ji kurdan re be

Gulan Media October 9, 2010 Nûçe
Jozêf Baydên pêşinyar kir ku postê serok komarê Iraqê ne ji kurdan re be
Jozêf Baydên Cîgirê serokê Emrîka pêşinyar kir, ku postê serok komarê Iraqê ne ji Celal Talebanî re be û derbarê vê çendê Nûrî Malikî got, ku Josef Biden pêşinyar kiriye serokatîya Iraqê ji Eyad Ellawî re be û Celal Talebanî jî bibe balyozê şanazî yê Iraqê.

Nûrî Malikî got, ku ew serokatîya Iraqê nadin Eyad Ellawî û dê her ji Celal Talebanî re be.

Nûrî Malikî di axaftina xwe de weha jî da xuyakirin, ku dibe di vê hefteya pêş de kabîneya nû ya hikûmeta nû ya Iraqê bihê ragihandin û jî da xuyakirin, ku hemû alî razî ne Celal Talebanî serokê Iraqê be û got dibe Eyad Ellawî bibe serokê civata bilinda stiratejî an jî, bibe serokê perlemana Iraqê.
Top