Li bajarê Sine 6 pasdar û 8 welatîyên sivîl hatin kuştin
Li gorî ajansên nûçeyan roja pencşemiyê piştî nîvro li meydana Îqbal ya bajarê Sine a Rojhilatê Kurdistanê çend çekdarên nenas hêrîşî hêzên ewlehiyê kirine û 6 kes ji wan kuştine.
Piştî encamdana vê hêrîşê, çekdaran cihê bûyerê bicih hîştin, lê hêzên ewlehiyê gehştin cihê bûyerê û welatiyên sivîl yên nêzîkî bûyerê dan ber guleyan.
Li gorî çavkanîyan, di encama destdirêjîya hêzên Îranê de 8 welatiyên sivîl hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Ta niha çi aliyekî birbirsyariya xwe ji vê hêrişê ranegehandiye, her wiha amara dawiyê ya kuştî û birîndaran diyar nebûye.