Mangirtina kurdên rojavayê kurdistanê kete roja pêncê
penaberên kurdên rojavayê Kurdistanê ku berî 7 salan û piştî boyerê 12 avdara sala 2004 an berê xwe da bûn başûrê kurdistanê û li kampeka ser rêya Duhok – Zaxo di jîyaneke pir xerab de, zivistan li ber sermê û havînan li ber germê jîyan dikin.
Kesên beşdar di vê mangirtinê de dibêjin ku di yekemîn roja rûniştinê de wan daxwazên xwe radestî perlemanê kirîye û tekezdikin ku ta daxwazên wan neyên cêbecêkirin ew ê li ser mangirtina xwe berdewam bin.