• Friday, 29 November 2024
logo

Serok Barzanî bo rojnameya Il Sore 24 Ore a Îtalî: ewlekariya Iraqê di berjewendiya Emrîka de ye

Gulan Media October 7, 2010 Nûçe
Serok Barzanî bo rojnameya Il Sore 24 Ore a Îtalî: ewlekariya Iraqê di berjewendiya Emrîka de ye
Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Il Sore 24 Ore Îtalî, Serokê Herêma Kurdistanê behsa çend mijareke di derbarê Kurdistan û Iraq û navçeyê dike û got: Herêma Kurdistana Iraqê çîrokekî serkeftiye ji bo me, rizgarbûna ji destê rejîma Seddam tiştekî erênî û gelek mezin bû, lê belê mixabin, pêvajo li cihên dinên Iraqê cûdaye. Tiştên xerap bi sedema xerapiya asayîş û pêvajoya aboriyêveye. Ez ne reşbînîm, lê belê ew tişt ne asane. Li tu welatekî cîhanê çalakbûn bi bêyî asayîş nayê holê.

Di beşekî din da Serok Barzanî got: Ew li dijî dîktatoriyetê şer kiriye û hemû jiyana xwe xebatê ji bo azadkirina gelê xwe ya ji jêrdestiyê kiriye. Li gor wî, Emerîkî rizgarkerin. Wan Iraqê ji dîktatoriyetê rizgar kirin, her wiha çawa Îtalya û Ewrûpa ji Naziyetê rizgar kir û biryara cengê Iraqê biryarekî zîrekane û dirust bû, lê belê piştî ceng Emerîkiyan şaşî kirin ku ew jî biryara 1483 û 2003 ê Neteweyên Yekgirtiyan bû, ku Iraqê wekî welatekî dagîrkirî li qelem da. Serokê Herêma Kurdistanê ret dike ku mezintirîn şaşiya Emerîkiyan hilweşandina artêşa Iraqî bê.

Serok Barzanî got: Artêşa Iraqê ji xwe nemabû û ji xwe de ve hilweşiya bû. Pêwîst nedikir Emerîkiyan bigota (Em artêşê hildiweşînin), ji ber ku diviya bigotan (Em artêşê nû dikin). Eger yek miribê, tu nikarî jêra bibêjî tu dimirî, ji ber ku ji xwe miriye. Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê vekişana artêşa Emerîka li Iraq û ew sedemên ku qaşo li piştî wê pêvajoyê têkbiçê û bi rêyeke din ve biçe, got: Ez li kanûna duyema îsal li Washingtonê bûm ku li wir li gel Serok Barak Obama û Joe Biden Cîgirê Serokê Emerîka ve civiyam. Min dilniya kirin ku ew destberdarî me nabin û asayîşa Iraqê herdem li çarçêweya berjewendiyên wan da dibê. Ji bo me girînge her girîngiyek Iraqê bidin ku em parêzgeriyê lê dikîn ji ber wê yekê ku li berjewendiya me daye.

Di derbarê pêkanîna Hikûmeta nû, got: Divê Bexda girêdayî destûra nû bê û divê desthilat û çavkaniyên aborî bêne dabeş kirin. Her wiha di derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye, Serok Barzanî got: Pêwendiyên aboriyên me gelek başin, zêdetirê kompanyayên biyanî ku li Kurdistanê kar dikin Tirkin. Hejmareke kêm ji wan kompanyayan jî Îtalîne.

Di derbarê hewlên Tirkiye ji bo bi endambûna li Yekîtiya Ewrûpa, Serok Barzanî got: Tirkiye hewl daye bi hemû rêyekî biçê nav Yekîtiya Ewrûpa, eger Ewrûpa jî wî nevê ewe neçar û rûne ku divê temaşa aliyeke din bike, lê belê ez bawer nakim Enqere dev ji rojava berde. Ew dixwazê tenê hevsengiyek li gel Ewrûpa û cîhana Îslamî da dirust bike.

Her wiha di derbarê wê destêwerdanên Îran li Iraq, Serok Barzanî got: Hemû hevsûyên me bandora xwe li Iraqê heye. Ew ne tenê Îrane tevlî li karûbarê me dibe. Bi mixabinî, hemû tevlî têkdana karubarê navxoya Iraqê dibin.
Top