• Friday, 29 November 2024
logo

Sizayê darvekirina Gulperîpûr hat erêkirin

Gulan Media October 7, 2010 Nûçe
Sizayê darvekirina Gulperîpûr hat erêkirin
Sizayê bidarvekirina Hebîbûlah Gulperîpûr yê 27 salî û ji Sine yê, ku berî niha sizayê darvekirinê lê hatibû birîn, ji aliyê dîwana bilind a Îranê ve hate erêkirin.

Dadgeha Bilind a Îranê sizayê bidarvekirinê yê Gulperîpûr ciwanekî 27 salî ye û ji bajarê Sine ye erê kir. Di 22 meha nîsana 2010an de bi tewanbariya ku endamê partiyeke kurd e û propaginde li dijî komara Îslama Îranê kiriye, dadgeha bajarê Mehabadê sizayê îdamê dabû wî.

Girtiyê kurd Hebîbullah Gulperîpûr ku niha li girtîgeha Mehabadê tê ragirtin, beriya ku veguhêzin girtîgehê, demeke dirêj li hucreyên yekkesî yên îdareya Îtla`ata Sine û Mehabad di bin êşkenceyên giran de mabû.

Gulperîpûr piştre ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve li gor madeyên 186 û 190 yê yasayên sizayên Îslamî ku tê wateya dijminahiya bi xwedê re bi sizayê darvekirinê hatibû gunehbarkirin.

Girtiyê kurd Gulperîpûr ku 22ê gulana îsal li dijî sizayê lê hatî birîn ketibû greva birçîbûnê ji dadgehê re gotibû: "Ji gefên we diyar e ku win ê min darvebikin. Lewra ezê bi îradeya xwe dawî li jiyana xwe bînim da ku ev ji were bibe şermek."

Cihê amaje pê danê ye ku rijîma Îslamî ya Îranê li 9ê Gulana îsal jî, li girtîgeha Evîn ya Tehranê, bi awayekî hovane girtiyên kurd Mamoste Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî Atêşga, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan tevî çalakê faris Mehdî Îslamiyan darvekiribûn ku heta niha jî termên wan radestî malabatên wan nekirine.
Top