• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Civata Senatoya Îtalya kir

Gulan Media October 7, 2010 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê serdana Civata Senatoya Îtalya kir
Her di çarçovê serdane xwe ya Îtalya de, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Civata Senatoya Îtalya kir û ji aliyê Lamberto Dînî Serokê Komîta Peywendiyên Civata Senatoya Îtalya ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de xweşhaliya xwe bi duyemîn hevdîtina Serok Barzanî derbirî û Lamberto Dînî behsa rola Serok Barzanî li Iraq û avakirina Iraqa nû û proseya bi demokratîze kirina vî welatî de kir. Her wiha behsa girîngiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îtalyayê kir û got: Herêma Kurdistanê bo Îtalyayê gelek giringe û cih û pêgeheke xwe ya taybet heye.

Herwiha di hevdîtinê de, Serok Barzanî bi giştî behsa proseya siyasiya Iraq û her wiha behsa wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê herdem xala bi hevdû têgihiştin û çareseriya pirsên Iraqê de buye û hêvî jî xwest pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Îtalya biçê qonaxeke gelek pêşketî.
Top