• Tuesday, 23 July 2024
logo

H.H.Kurdistanê 116 xwendekaran dişîne derveyî welêt

Gulan Media October 7, 2010 Nûçe
H.H.Kurdistanê 116 xwendekaran dişîne derveyî welêt
Duhî roja çarşemiyê bi amadebûna Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, hijmareke wezîrên hikûmetê, parlamenter, xwendekar û konsolosên welatên biyanî yên li Hewlêrê, li avahiyê civata wezîran merasima destpêkirina pirojeyê geşepêdana şiyanên gencan ji bo 116 xwendekaran birêve çû.

Di merasimê de serokê hikûmetê peyvek pêşkeş kir û tê de got:

- Ev bernameye, ji bo welatê me, bernameykî giring e. Bernameyê berhemanînê ye di pêşerojeke geş û pêketiya welatê me da.

- Sed milyon dolar ji vî bernameyî hatine berdest kirin. Hindek kesan wisa hizir dikir ku ev bernameye tu carî nakeve warê piraktîkê de. Lê îro cîbicîkirina vî bernameyî, ez hêvîdar im, xelkê Kurdistanê piştrast bike ku hikûmeta wan bi rastî dixaze xizmeta pêşketin û ber bi pêşvebirina welatê wan bike.

Serokê hikûmetê di berdewamiya peyva xwe de got ku bernameyê geşepêdana şiyanên mirovî bi tenê bo warê xandinê nîne, lê bernameyeke bo perwerdekirina kadiroyên pispor, şareza û xemxor bo pêxistina welat û welat ber bi hêviya geşkirin, pêşketin û xweşjiyaniyê bibe.

Her di merasimê de Dilawer Elaedîn wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî di axaftina xwe de got: Îro yekem qonaxa hinartina xwendekaran bo derveyî welêt, di çarçoveyê bernameyê geşepêdan aşiyanên mirovî, dest pê kir.
Dilawer got: Ev bernameye yek ji destpêxeriyên (însiyatîv) pir buhayên hikûmeta herêma Kurdistanê ye û bi hîmeta dr. Berhem Salih û kabîneya hikûmetê ev pirojeye hatiye holê.

Paşî Elî Sindî wezîrê pilandananê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di peyva xwe de îşaret bi amadekariyên başên bernameyê hinartina xwendekaran bo derveyî welat kir.

Weke tê zanîn pirojeyê bernameyê geşepêdana şiyanên mirovî yek ji pirojeyên giring û stratejîkên hikûmeta herêma Kurdistanê ye û 100 milyon dolarên amerîkî budce jê ra hatiye berdest kirin. Li gor vî bernameyî xwendekarên yekemîm yên Kurdistanê ji bo timamkirina xandina bilind dê rêkin derve daku li zanîngehên pêşketiyên cîhanê bizwînin.
Top