• Tuesday, 23 July 2024
logo

Îranê 25 welatiyên kurd binçav kirin

Gulan Media October 6, 2010 Nûçe
Îranê 25 welatiyên kurd binçav kirin
Hêzên ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Eywan a bi ser parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê ve, 25 welatiyên kurd binçav kirin.
Li gorî malpera Kurdane, roja yekşema derbazbûyî û piştî ku zarokekê kurd bi otomobêleka hêzên ewêlehiyê canê xwe ji destdyî, welatiyên vî bajarî rijyan ser kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dan, hêzên ewlehiyê jî rê girtin û 25 kes ji wan girtin û birin girtîgeya Îtîla’at a Îlamê.
Cihê amaje pê kirinê ye ku girtin û darvekirina ciwanên kurd li Îranê bûye kiryareke normal û niha bi sedan kurd di zîndanên Îranê de ne.
Top