• Tuesday, 23 July 2024
logo

Serok Barzanî nivîsîngeha Nûneratiya Herêma Kurdistanê li Romayê vekir

Gulan Media October 6, 2010 Nûçe
Serok Barzanî nivîsîngeha Nûneratiya Herêma Kurdistanê li Romayê vekir
Di rêwresmekê de li Romaya paytexta Îtalyayê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nivîsîngeha Nûnertiya Herêma Kurdistanê vekir.

Di vê rêwresmê da, ku Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya û hejmarek Parlementer û kesayetiyên siyasî û akademî Îtalî û dostên Kurd amade bûn, Serok Barzanî li gotarek de behsa girîngiya vekirina vê nivîsîngehê kir û hêvî xwest bibê rayeleyekî girîng ji bo xurtkirina zêdetirê pêwendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê.

Ji aliyeke din ve birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraqa Federal li Roma kir û li wir jî ji aliyê Balyoz û Birêvebirên Balyozxaneyê ve hate pêşwaz kirin û paşê jî Balyozxaneya Iraq li Roma firavînek li ser xatirê Serok Barzanî rêkxist ku Balyozên welatê Erebî li Îtalya û Vatîkan amade bûn.

Di vê rêwresmê da, Seywan Barzanî Balyozê Iraq li Îtalya di gotarekê de xweşhaliya xwe bi vê serdana Serok Barzanî ya Balyozxaneyê derbirî û behsa rola Serok Barzanî ya li Iraqa Federal û daxwazên wî yê demokrasiyet û serxistina proseya siyasî kir. Paşê Serok Barzanî li gotarek da xweşhaliya xwe li Balyozxaneya Iraqa nû da derbirî û behsa wê yekê jî kir ku Nûnertiya Herêma Kurdistanê jî vekir û got: Li Iraqa nû da hest dikîn ku Iraq welatê me hemûyane û hemû aliyek ve jî şanaziyê bi welatê xwe dikîn. Her wiha behsa wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê li pirsgirêkên Iraqê da her dem xala bi hevdû têgihiştin û pêgeha çareseriya pirsan û nakokiyan buye û her wiha jî dimînê.

Serok Barzanî Herwiha di gotara xwe de tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê geşbûye û arame û dergehên wê jî ji bo pêwendî girêdan û hevkariya du aliya sercem welatên Erebî û cîhanê de vekiriye. Paşê Hebîb Sedir Balyozê Iraq li Vatîkan gotarek pêşkêş kir û têda bi xêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê li Îtalya kir û behsa rola Serok Barzanî û malbata Barzanî û Kurd li dîrok û niha da kir ku rolekî girîng li hişyariya nîştimanî û demokrasiyê da hebuye.
Top