• Tuesday, 23 July 2024
logo

Serok barzanî di peyamekê de cejna Cemayê li Êzîdiyan pîroz kir

Gulan Media October 5, 2010 Nûçe
Serok barzanî di peyamekê de cejna Cemayê li Êzîdiyan pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Cema yê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî sercem Êzdiyên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.

Hêvîdarim ev cejna ku di ola Êzdî de buhayeke taybetiya xwe heye, hemû salek bi xweşî û şadî vegere û Kurdê Êzdî ku herdem şanaziyê bi çand û kultûr û helwesta netewayetî û Kurdistanî nîştimanî kirine û bi navê wê herdem di xebat û têkoşînê dane, di çarçêweya mafê netewayetî û nîştimaniyên gelê Kurd û li sîbera ezmûna demokrasî û pêkve jiyana birayaneya Herêma Kurdistanê asûde û bextewer bin û ji bo vê yekê jî li ser şadbûn û hemû mafên oliyên xwe tekîdê dikin.

Careke din cejna Cema yê li xuşk û birayên Kurdên Êzdî yên hêja pîroz be.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05/10/2010
Top