• Tuesday, 23 July 2024
logo

Cîgira bajêrvaniya Helebçeyê hat girtin

Gulan Media October 5, 2010 Nûçe
Cîgira bajêrvaniya Helebçeyê hat girtin
Duhî bi fermana Dadigeha Helebçeyê polîsên wî bajarî cîgira bajêrvaniya Helebçeyê Kuwêstan Ekrem destgîr kirin.
Kuwêstan Ekrem Di daxuyaniyekê de got: “Ev çend roj in Dadigeha Helebçeyê daxwaza giritina min kirîye lê min nikarî di dema xwe de bêm dadigehê û ez îro hatim dadigehê. Her çend e ez li ser madeyeke taybet bi dizîkirinê hatime girtin lê belgeya wan binpêkirina li ser pisulayeke 5 hezar dînarî ye.”
Kuwêstan Ekrem herweha got ku wê 5 hezar dînar bi xeletî wergirtiye û paşê jî teslîmî xezîneyê kiriye.
Bo zanîn: 5 hezar dînar = 5 point 8 Dolarên Emrîkî
Top